
20-06-2008
|
 | Member | | Join Date: Jun 2005 Location: Moscow (RUSSIA) Age: 36
Posts: 2690
Rep Power: 10 | |
Êzîdiyên Herfordê Kongra xwe ya 1.mîn li dar xistin Di wan deqan de ev nuche te amadekirin ji bo wergere bi zimane russi u be chapkirin di malpera Ezdixane.ru de. Quote:
Ev demeke dirêje ji bo kû komîteke rêvebir a kar û xebatên olî û netewî li Herfordê û derûdorê amadekariyên xwe dikir, giştê xwebirêxstinkirênê.
Wisa di roja 15.06.08 kongra 1.mîn bi civîneke gîştî hate lidarxistin. Di kongrêde gelek kesên navdar, jin, ciwan, rûspî, îlmdar, xwendevan û nûnerê gelek rêxstina beşdarî kongerê bûn.
Piştî bîranîna cangorîyan, dîvanek hate hilbijartin. Di despêkêde îlmdar Ûsifê Keleş bi serpêhatîyeke olî vekirina kongrê kir. Di kongerêde li ser armancê xwebirêxstinkirinê û rewşa herêmê bi berfireyî niqaş, pirs, nirxandin û giftûgoyên balkêş hatine pêkanîn. Kongre di nav atmosfereke gelekî germ û bi sebreke gelek mezin hate şopandin.
Serokê FKÊ Silêman Özmen, Serokê Mala Êzîdîyan Emmerich Silêman Demîr, Serokê Mala Êzîdîyan Sulîngen Silêman Çalî, Serokê Mala Êzîdîyan Wildshausen Serhan Cemîl peyamên xwe yên bi wate pêşkêşî kongrê kirin.
Di encama sebir û heycaneke gelekî mezinde ji bo hilbijartina komîtek rêvebir ji hemû beşê civakê 13 kesên cesur, dilsoz û fedekar bi moralekî mezin soz dan û sond xwarin kû wê ji bo ol, civak û netewa xwe tiştê ji destên wan were bê firq û cûdayî li berpirsîyariyên xwe xweyî derkevin.
Di rojên pêş de, komîta rêvebir wê ji bo xurtkirina xebatên pêş civînên xwe berdewam bikin. 15.06.08 Herford 
Ev nivîs 98 caran hatiye xwendin.
|
__________________ Xwedêo, tu heftê û du miletî bêy rehmê Serê ser belgiya, girtiyê hebsiya *** Î, Áîæå, ñìèëóéñÿ íàä 72 íàðîäàìè, Ïîìîãè òåì, êòî íåäóãîì ïðèêîâàí ê ïîñòåëè *** |